NÛÇEYÊN KURDÎ

PIŞTÊ HILBIJARTINÊ AVA GUND HAT QUTKIRIN

Hat îdiakirin li gundekî Bedlîsê ku piştê hilbijartinê ji ber encamên hilbijartinê, ava gund hatîye qut kirin.

PIŞTÊ HILBIJARTINÊ AVA GUND HAT QUTKIRIN

Hat îdiakirin li gundekî Bedlîsê ku piştê hilbijartinê ji ber encamên hilbijartinê, ava gund hatîye qut kirin.

Piştê ku ava gundê Şên ê navçeya Hîzanê ya Bedlîsê bi rojan e naherike, gundîyan serî li rayedaran dan.  Gundîyan dîyar kirin ku bi rojan e pirsgirêka avê ya gund nayê çareserkirin û dîyar kirin ku ji ber hilbijartinê hatine cezakirin. Kêmbûna avê, bandorê li dibistana gund jî dike ku nêzî 80 xwendekar lê perwerde dibin.

Li dibistana ku bi rojan e av nayê dayîn xwendekar di hawîrdoreke bê hijyenîk de perwerdeyê dibînin. Niştecîhên gund avê ji çem hildigrin û tînin da ku pêdivîyên xwe yên bingehîn pêkbînin. Gundîyan xwestin ku dengê wan bê bihîstin û pirsgirêka avê di tavilê bê çareserkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.