PIRSGIRÊKA DI XETA AVA VEXWARINÊ DE HAT ÇARESERKIRIN
Ekîbên girêdayê Midûrîyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredarîya Bajarê Amedê (DÎSKÎ) arîzeya ku ji bajarê Amedê re dibe sedema pirsgirêkên mezin ên avê, çareser kirin.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, li herêmê lêkolîn kir û derbarê pirsgirêkê de agahî da.
Tûtşî wiha got, “Ev der ji bo bajarê me di warê gihandina ava vexwarinê de gelekî grîng e. Ekîbên me bi lez pirsgirêk tespît kirin û pirsgirêk hatîye çareserkirin.