NÛÇEYÊN KURDÎ

PERWÎN BULDAN: BILA MÛÇEYÊ KÊMTIRÎN SÊ MEHAN CAREKÊ NÛ BE

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Buldan, di civîna partîya xwe de di derheqa rojevê de peyîvî.

PERWÎN BULDAN: BILA MÛÇEYÊ KÊMTIRÎN SÊ MEHAN CAREKÊ NÛ BE

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Buldan, di civîna partîya xwe de di derheqa rojevê de peyîvî. Perwîn Buldan daneyên enflasyonê yên TUÎK’ê nirxand û wiha got: “Enflasyon bi tevî lîstikên TUÎK’ê gihîşt ji sedî 65.” Buldan, gotinên Wezîrê Xezîne û Darayîyê Nureddîn Nebatî bi bîr anî û got: “Ew qey heya dawîya meha Berfanbarê bimîne dipeyîve, lê em dixwazin bînin bîra wî; hûn ê biçin, hûn ê nikarin sala 2023’an jî bibînin.” Buldan daxwaz kir ku ji bo ceyrana esnafan herî kêm ji sedî 70 daxistin çê bibe û wiha berdewam kir; “bila şirîketên alîgir na, bila bazirgan qezenç bike. Deynên KYK’ê yên xwendekaran we jêbirin. Mûçeyê kêmtirîn bila sê mehan carekê were nûjen kirin. Îkramîyeya teqawutan bila herî kêm 5 hezar lîre be. Bila OTV bê rakirin. Em van bangên xwe carek din ji hikûmetê re dibêjin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.