NÛÇEYÊN KURDÎ

PERVÎN BÛLDAN Û MÎTHAT SANCAR DÎYAR KIRIN KU WÊ NEBIN NAMZET

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar beşdarê bernameya televîzyona Medya Haberê bûn. Herdû hevserokan jî eşkere kirin ku wê di kongreya pêş de nebim namzetê serokatîyê.

Buldan û Sancar dîyar kirin ku divê di civîn û konferansên ku wê heta kongreyê bidome de hesabê têkçûna hilbijartinê bidin û partîyê bigihînin kongreyê û gotin ku ew ê erka xwe radestê kongreyê bikin.

Bûdan di derbarê mijarê de wiha axivî: “Di her merheleya vê têkoşînê de erka min çi be ez amade me ku bikim, lê li gor hemû rexneyan ez ê bi rêzdarî erka hevserokatîyê, di kongreyê de bidim hevalekî xwe yê din. Di pêvajoya kongreyê de ez beşdarê ti mekanîzmayên biryaran nabim. Ne ku ez di revim, naxêr! Ez ê hesab bidim.”

Piştê axavtina Bûldan, Sancar jî axivî û wiha got: "Eger encamên hilbijartinê wekî têkçûn bên binavkirin, exlaqê min ê şexsî û sîyasî ew e ku berpirsyarîyên xwe yên hewce bi cih bînim. Ez ê jî di kongreyê de erka hevserokatîyê bihêlim. Ez ê vê erkê bidim hevalekê xwe yên din.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.