GÜNDEM

PARTÎYÊN SÎYASÎ BERTEK NÎŞANÊ BIRYARA ŞÛRAYA DEWLETÊ DAN

Partîyên sîyasî yên ku biryara betalkirina Peymana Stenbolê birin Şûraya Dewletê, di derbarê redkirina serîlêdanê de daxuyanî dan.

PARTÎYÊN SÎYASÎ BERTEK NÎŞANÊ BIRYARA ŞÛRAYA DEWLETÊ DAN

Partîyên sîyasî yên ku biryara betalkirina Peymana Stenbolê birin Şûraya Dewletê, di derbarê redkirina serîlêdanê de daxuyanî dan.

Berdevka Meclisa Jinan a Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, biryara Şûraya Dewletê nirxand û wiha got, “Em weke jin vê biryarê nas nakin. Vê biryarê carek din nîşan da ku qanûn çawa bûye amûra desthilatdariyê.” Seroka Şaxa Jinan a CHP’ê Aylîn Nazliaka jî di derbarê mijarê de nirxandinan kir û wiha got; “Destûra Bingehîn careke din hat binpêkirin. Îradeya Qesrê di ser vîna Meclîsê re hat danîn." Nazliaka anî ziman ku ew ê serî li Lijneya Giştî ya Daîreyên Doza Îdarî ya Şûraya Dewletê bidin û wiha berdewamkir; "Eger hiqûqa navxweyî biqede em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Em ê heta dawîyê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin meşandin." 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.