NÛÇEYÊN KURDÎ

PARÊZERÊ DEMÎRTAŞ DAXUYAND KU JI BER TWÎTEKÊ WÊ CEZAYÊ GIRANKIRÎ LÊ WERE BIRÎN

Parêzerê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Mahsûnî Karaman, derbarê Doza Kobanê ya ku muwekîlê wî jê tê darizandin, li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da.

Karaman daxuyanîya HDP’ê ya ku wek hinceta dozê ye, parve kir û got, “Gelê me, parêzer, rewşenbîr û sîyasetmedarên me! Di doza Kobanê de, ji ber twîta 6ê Cotmeha 2014an, wê Demîrtaş û hevalên wî herî kêm 7 cezayên giran ên muebbetê li wan bên birîn.”

Karaman dîyar kir ku ev daxuyanî nikare bibe sedema sûcdarîya kuştinê an jî teşwîqkirina hewldana kuştinê û wiha got, “Doza Kobanê parçeyek ji plana hilweşînê ye. Armanca wê ye ku bi rêya hin sîyasetmedarên Kurd, sîyaseta Kurd a xwedî nirx tasfîye bike. Dosyaya Kobanê hinceta gur e ku berx dixwe!

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.