NÛÇEYÊN KURDÎ

PAKÊTÊN ALÎKARÎYA ERDHÊJÊ YÊN AFADÊ BI SIWAREYA HILBIJARTINÊ YA AKPÊ BELAV DIKIN

Hat îdîakirin ku pakêtên alîkarîyê yên aîdê AFAD'ê ye û piştê erdhejê nehatine belavkirin, bi wesayîta hilbijartinê ya AKP'ê tên belavkirin.

PAKÊTÊN ALÎKARÎYA ERDHÊJÊ YÊN AFADÊ BI SIWAREYA HILBIJARTINÊ YA AKPÊ BELAV DIKIN

Hat îdîakirin ku pakêtên alîkarîyê yên aîdê AFAD'ê ye û piştê erdhejê nehatine belavkirin, bi wesayîta hilbijartinê ya AKP'ê tên belavkirin.

Di nûçeya Sol Haberê de derket holê ku di siwareya namzeda parlamenterîyê ya AKP’ê ya Osmanîyeyê û Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik de pakêtên alîkarîyê yên aîdê AFAD ye ku ji bo mexdûrên erdhejê hatin amadekirin, hatin dîtin. Di dîmenên ku li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin de xuya dike ku van kolîyan ji navnîşanên hatine dîyarkirin re tên belavkirin. Welatîyên ku nêzî siwareyê bûn û qutîya alîkarîyê xwestin bi hinceta ku "navê wan di lîsteyê de nîne" ji siwareyê hatin dûrxistin.

Derya Yanik a ku piştê dîmenên ku bû sedema bertekên raya giştî, daxuyanî da û bi gotina "Rewş ji zanebûn û kontrola min derketîye" parastina xwe kir.

Wezîr Yanik li ser hesabê xwe yê medyaya civakî îdîa kir ku çavkanîyên gel bi kar neanîye û dîyar kir ku paketên "bi armanca alîkarîyê" ji bo daxwazên mexdûrên erdhejê bên bicihanîn li wesayîta hilbijartinê hatine bar kirin.

Wezîr Yanik wiha got: "Bi dîmenên ku do êvarê li ser medyaya civakî hatine parvekirin ez jê haydar bûm. Rewş ji zanebûn û kontrola min derketîye, îdiaya ku em bi anîna van wêneyan çavkanîyên gel bi kar tînin neheqî û bêbingeh e. Pişt re li ser mijarê lêkolîn hat kirin û hat hînbûn ku paketên ku ji AFAD'ê hatine wergirtin ji bo bicihanîna daxwazan bi wesayîtan hatine sewqkirin. Ji mexdûrên erdhejê yên ku ji AFAD'ê desteka xurek û alîkarîyê wergirtine. Wê bi heman hûrgilîyan bê lêkolîn kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.