NÛÇEYÊN KURDÎ

PÊŞNÛMEYA “JI BO XIZMÊN KARKERÊN MADENÊ RE MÛÇE” HAT RED KIRIN

Pêşnûmeya ÎYÎ Partîyê ya "Ji xizmên karkerên di kana madenê de di qezayên kar de jîyana xwe ji dest dane re mûçe bên dayîn an jî di sektora kamuyê de bên xebitandin" bi dengên AKP û MHP'ê hat redkirin.

PÊŞNÛMEYA “JI BO XIZMÊN KARKERÊN MADENÊ RE MÛÇE” HAT RED KIRIN

Pêşnûmeya ÎYÎ Partîyê ya "Ji xizmên karkerên di kana madenê de di qezayên kar de jîyana xwe ji dest dane re mûçe bên dayîn an jî di sektora kamuyê de bên xebitandin" bi dengên AKP û MHP'ê hat redkirin. Hat xwestin ku madeyeke nû li Qanûna Bîmeya Civakî û Bîmeya Tenduristîyê ya Giştî bê zêdekirin. Pêşnûmeya ÎYÎ Partîyê bi dengên AKP û MHP'ê yên di komîsyonê de hat redkirin. Di hincetên pêşnûmeyê de wiha hat gotin: "Ev guhertina derbarê berpirsyarîya gihandina xizmên karkerên me yên di madenê de ku di encama qezayên kar de jîyana xwe ji dest dane, divê bi awayekî mayînde bê bicîhanîn. Armanca vê pêşnûmeyê ew e ku ji xizmên ku di qezayên madene jîyana xwe ji dest dabûn re, mûçeya mayînde bê dayîn û di sektora cemawerîyê de derfetên kar bê peyda kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.