NÛÇEYÊN KURDÎ

OTOBUSÊN ŞAREDARÎYA NAXWAZIN XWENDEKARAN BIGIRIN OTOBUSÊ

Ajokarên otobusên şaredarîyê naxwazin xwendekarên ku piştê ji dibistanê dertên û li rawestgehê li benda otobusê ne, bigirin nav otobusê.

OTOBUSÊN ŞAREDARÎYA NAXWAZIN XWENDEKARAN BIGIRIN OTOBUSÊ

Ajokarên otobusên şaredarîyê naxwazin xwendekarên ku piştê ji dibistanê dertên û li rawestgehê li benda otobusê ne, bigirin nav otobusê.

Li gorê nûçeya Tigrîs Haberê, hat dîyarkirin ku ajokarên otobusê yên ku piştê dibistanê nexwestin koma qelebalix a xwendekaran bigirin otobusê, dema ku nêzê rawestgehan dibûn çirayên xwe vemirandin û bêyî ku xwendekaran bigirin rêya xwe berdewam kirin. Welatîyê ku dîmenên ku bûne sedema mexdûrbûna xwendekaran kişandîye, dîyar kir ku ev rewş xirab e û gelek caran dubare dibe.

Heman welatî dîyar kir ku ev helwesta otobusên şaredarîyê yên ku ji bo ku xwendekaran negirin li rawestgehên otobusan nasekinin, guhnedana xizmeta gel e û dîyar kir ku heman xwendekar ji 2’yê Mijdarê vir ve di otobusa şaredarîyê de vê pirsgirêkê dijîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.