GÜNDEM

NY UNOCHA: DIVÊ LI GAZEYÊ AGIRBESTEK MIROVÎ PÊK WERE

Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku rewşa Gazeyê gelekî xeternak e û banga agirbesta mirovî kir.

NY UNOCHA: DIVÊ LI GAZEYÊ AGIRBESTEK MIROVÎ PÊK WERE

 Berpirsê UNOCHA yê Gazeyê yê Neteweyên Yekbûyî Hemade el-Beyarî di daxuyanîya xwe ya li ser malpera fermî ya ofîsê de wiha got: "Di vê qonaxê de yekem tişta ku divê bê kirin agirbest an jî agirbesteke mirovî ye.

Bi vî awayê xebatkarên alîkarîyê wê derfeta nirxandinê bi dest bixin.

Heta niha me li qadê jîngeheke ewle ku ji bo nirxandina rewşan qet bi dest nexist. El-Beyarî wiha berdewamkir, "Eşkere ye ku rewşa Gazeyê bi rastî xeternak e, dibe ku şert û mercên dijwar ji her demê dijwartir bin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.