NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎNGÎLÎSTAN: JI BO MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ EM VÎZEYA TAYBET NAFIKIRIN

Hikûmeta Îngîlstanê ragihand ku ji bo kesên di erdheja Mereşê de mexdûr bûne vîzeya taybet nayê dayîn.

ÎNGÎLÎSTAN: JI BO MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ EM VÎZEYA TAYBET NAFIKIRIN

Hikûmeta Îngîlstanê ragihand ku ji bo kesên di erdheja Mereşê de mexdûr bûne vîzeya taybet nayê dayîn.

Zêdeyî 100 hezar kesan piştgirî dan daxwaznameya ku Îngilîstanê ji bo mafê anîna xizmên mexdûrên erdhejê yên li Tirkiyeyê bide destpêkirin û ev mijar ji aliyê parlementeran ve li meclîsê hate nîqaşkirin. Hikûmeta Îngîlîstanê piştê hevdîtinan daxuyanî da û wiha got, “Rewşa ku ji ber erdhejên wêranker ên li Tirkiyeyê derketiye holê pêwîstî bi piştgirîyeke cuda heye. Hikumeta îngîlîstanê ti planek ji bo cureyek nû ya vîzeyê çênekîye da ku hemwelatiyên îngîlîstanê karibin xizmên mexdûrên erdhejê bînin. Em dizanin ku hin kesên ku neçar mane malên xwe biterikînin, dibe ku bixwazin tev li xizmên xwe yên li îngîlîstanê bibin. Ger vîzeya van kesan tune be, bi pêkanîna prosedurên standard ên vîzeyê dikarin vîzeyê bistînin. Wezareta Îngilîstanê bi bîr xist ku navenda herî nêz a vîzeyê ji herêma erdhejê re li Edeneyê ye, diyar kir ku kesên vîze bistînin dikarin heta 6 mehan li Îngilîstanê li cem xizmên xwe bimînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.