AMED

MUFETÎŞÊN WEZARETA KARÊN HUNDIR HATIN ŞAREDARIYÊ

Mufetîşên sîvîl ên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve wezîfefar e, ji bo kontrolê hat Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Hevserok Serra Bucak da zanîn ku wan odeyek ji mufetîş re veqetandine û ew ê her cure alîkariyê bidin.

MUFETÎŞÊN WEZARETA KARÊN  HUNDIR HATIN ŞAREDARIYÊ

Mufetîşên sîvîl ên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatine wezîfedarkirin, ji bo kontrolê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin Amedê. Hevserok Serra Bucak da zanîn ku wan odeyek ji mufetîşê re veqetandine û ew ê her cure alîkariyê bidin.

Mufetîş li ser îdiaya ku di yekemîn civîna meclisê ya ku li şaredariya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) tê birêvebirin de "ala Tirkiyeyê hatiye rakirin" lêkolîn dikin.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di vekirina Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de têkildarî îdiaya 'ala Tirkiyeyê hatiye rakirin' mufetîşê sîvîl hatiye tayînkirin. Mufetîşan saet di 11:00 de li odeya ku ji wan re hatiye veqetandin a Şaredariya Bajarê Mezin dest bi xebatê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.