NÛÇEYÊN KURDÎ

MMO: ROJNAMEVANÊN KU HATIN GIRTIN BILA BÊN BERDAN

Lîjneya Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) ya Şaxa Amedê di derbarê 16 rojnamevanên ku li Amedê hatin girtin de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

MMO: ROJNAMEVANÊN KU HATIN GIRTIN BILA BÊN BERDAN

Lîjneya Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) ya Şaxa Amedê di derbarê 16 rojnamevanên ku li Amedê hatin girtin de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanîya ku ji alîyê rêveberîya odeyê ve hat parvekirin de wiha hat gotin; “Naveroka nûçeyan, ziman û polîtîkaya weşanê ya 16 rojnamevan, wek sedem hat nîşankirin û danê sibehê bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin. Azadîya çapemenîyê ne tenê azadîya rojnamevanîyê ya îfadekirinê ye, di heman demê de azadîya civakê ye jî. Rojnamevan ji ber nûçeyên xwe tên lêpirsînkirin, darizandin, binçavkirin û girtin. Em desthilatdarîya mêtinger, a hikûmeta AKP’ê û hemû pêkanînên ku bi armanca tunekirina azadîya çapemenîyê, bi tundî şermezar dikin. Em bang dikin ku rojnamevanên girtî bi lêzgînî bên berdan.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.