NÛÇEYÊN KURDÎ

MITEAHÎDÊ KU REVÎYA BÛ JI ALÎYÊ XIZMÊN MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ VE HAT GIRTIN

Miteahîdê Avahîyên Emlak Bank ê ku di erdhêja Hatayê de 370 kesan jîyana xwe ji dest dabû Mehmet Ozat (72) ji alîyê xizmên mexdûrên erdhêjê ve hat zeftkirin û radestê polêsan hat kirin.

Di erdhêjên ku di 6ê sibatê de rû dabûn ku navenda wê Mereş e, li Taxa Cebraîl a navçeya Antakyayê di beşa 1emîn a Avahîyên Emlak Bank de 6 blokên ku ji 96 daîreyan pêk tên hilweşîyabû. Li blokên ku tê texmînkirin nêzê 400 kes lê dijîn 370 kes jîyana xwe ji dest dabû.

Mehmet Ozat ê miteahîdê avahîyê ku derbarê wî de biryara binçavkirinê hat dayîn, revîya bû. Xizmên kesên di avahîyê de jîyana xwe ji dest dan, îro li Enqereyê dema ku li navenda bazirganîyê digerîyan Mehmet Ozat dîtin.

Du jinên ku di erdhêjê de xizmên xwe winda kirin Ozat zeft kirin û bang li polêsan kirin. Ozat ji alîyê polêsan ve hat binçavkirin û jêpirsîn hat destpêkirin. Dema midaxeleya jinên ku bertek nîşanê Mehmet Ozat dan bi telefona destan hat qeydkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.