GÜNDEM

MHP’Ê ROJNAMEVANÊ KU PIRS JI BAHÇELÎ KIR WEK AJAN ÎLAN KIR!

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî piştê civîna koma partîya xwe ji çapemenîyê re axivî, rojnamevan Yıldız Yaziciogluyê ku derbarê mirina Serokê berê yê Ûlkü Ocaklari Sînan Ateş de ji bahçelî pirsek pirsîbû, jê re gotibû “de here li îşê bine re."

Piştê bersiva Bahçelî pêrêzvan û xebatkarên MHP'ê Yazicioglu û rojnamevan ji serokê MHP'ê dûr xistin. Li ser dîmenên ku bertek jê re dihat nîlandan, ji MHPê daxuyanî hat. Di daxuyanîya ku ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Îsmaîl Ozdemîr ve hat dayîn de, ji bo Yazicioglu îfadeyên wekî "kesê ku wek provokatorê ajantîyê tevdigere" û "ya ku dike ne rojnamegerî ye" hatin bikaranîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.