NÛÇEYÊN KURDÎ

MEXDÛRÊN TYP’Ê YÊN AMEDÊ SERÎ LI CÎMER’Ê DAN

Li Amedê bi dehan kesên ku di çarçoveya Bernameyên Alîkarîya Civakî (TYP) de hatibûn wezîfedarkirin, ji ber destûr nehat dayîn ku ji dirêjkirina 9 mehan a ji bo mexdûrên erdhêjê hatîye kirin sûdê werbigirin, serî li CÎMER'ê dan.

45 kesên ku di 2yê Gulana 2023an de ji alîyê Midûrtîya Îş-Kur a Amedê ve hatibûn wezîfedarkirin, piştê 6 mehan ji kar hatin derxistin. 45 kes ji biryara dirêjkirina 9 mehan a ku ji bo bajarên erdhêjê hatibû derxistin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin, sûd wernegirtin. Mexdûrên TYP'ê hîn bûn ku ji 1'ê Mijdarê ve karên wan hatine betalkirin û li şûna wan kesên din hatine girtin. Mexdûrên TYPê yên ku serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomarîyê (CÎMER) dan daxwaz kirin ku ji dirêjkirinê sûdê werbigirin.

Mexdûrek TYP'ê yên ku daxwazname ji CÎMER'ê re nivîsand wiha got: “Ez di çarçoveya Rewşa Awarte de li Qaymeqamtîya Hênê dixebitim. Heyama min a li Îş-Kurê di 31.10.2023an de diqede. Ez wek mexdûrê erdhêjê ji ber rewşa xwe ya aborî dixwazim biryara dirêjkirina 9 mehan li Îş-Kur'ê bê weşandin. Ez daxwaz ji rayedaran dikim ku guh bidin vê mijarê.”

Di bersiva ku ji alîyê CÎMER'ê ve hat dayîn de, hat dîyarkirin ku di navbera Qeymeqamtîya Hênê û Midûrîyeta Îş-Kurê de 6 meh peyman hatîye çêkirin û Midûrîyeta Îş-Kur a Amedê wê derbarê dirêjkirina dema TYP'ê de nirxandinekê bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.