NÛÇEYÊN KURDÎ

MEHEK E NAHÊLIN MALBATA ŞENYAŞAR BI WEZÎRÊ DADÊ RE HEVDÎTIN BIKE

Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê li ber Edlîyeya Rihayê dest pê kiribû, li Enqereyê dewam kir.

MEHEK E NAHÊLIN MALBATA ŞENYAŞAR BI WEZÎRÊ DADÊ RE HEVDÎTIN BIKE

Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê li ber Edlîyeya Rihayê dest pê kiribû, li Enqereyê dewam kir.

Lê belê ev meheke destûr nehat dayîn ku bi wezîr re hevdîtinê pêk bînin. Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Parlamenterê Partîya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, di roja 846’emîn de Nobeda Edaletê ya li Rihayê dabû destpêkirin birin Enqereyê û nobeda li Enqereyê mehek li pey xwe hişt.

Malbatê di roja 30’yemîn de çalakîya xwe domand. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên ku ji derîyê Meclîsê yê Dîkmenê bi kursîya xwe ya bi teker a bi tabela "Edalet" peya bûn, îro li Wezareta Edaletê nehatin qebûlkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 30 roj in bi gotina "Wezîr li derveyê bajêr e, li derveyê bajêr e" yan jî "Wezîr di civînê de ye" 30 roj in naçin avahîya wezaretê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.