NÛÇEYÊN KURDÎ

MAWEYA SERLÊDANA KONSERVATÛVARA BAJÊR A AMEDÊ HAT DIRÊJKIRIN

Şaredarîya Mezin a Amedê ragihand ku serlêdanên Konservatûvara Bajêr hatîye dirêjkirin.

MAWEYA SERLÊDANA KONSERVATÛVARA BAJÊR A  AMEDÊ HAT DIRÊJKIRIN

Şaredarîya Mezin a Amedê ragihand ku serlêdanên Konservatûvara Bajêr hatîye dirêjkirin.

Li gor ragihandina Şaredarîya Mezin hat destnîşankirin ku li ser daxwazên welatîyan ev biryar hatîye girtin. Her wiha hat hînbûn ku maweya serlêdana Azmûnên Şîyana Konservatûvara Bajêr jî hatîye dirêjkirin. Ji bo konservatuvara Bajêr namzetên ku temenê wan di navbera 16-45 de ne karin di navbera 12-19’ê îlonê de ji bo beşên Wêne, Şano, Lîstikên Gelêrî û Stranan serlêdan bikin. Kontenjanên beşan dê li gor encama azmûna şîyanê biguhere. Namzet wê 24-25’ê îlonê de beşdarî azmûna şîyanê bibin û berîya azmûnê li ser malpera Şaredarîya Bajarêmezin a Amedê qeyda pêşîn çêbikin. Namzetên serkeftî wê bi qeydên erêkirî li beşan bicîh bibin. Namzet karin li ser vê lînkê serlêdana xwe ji bo Konservatûvara Bajêr çêbikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.