NÛÇEYÊN KURDÎ

“MA WÊ HÊJ ÇEND KES LI VÊ KOLANÊ DI QEZAYÊN TRAFÎKÊ DE BIMRIN?”

Li kolana Aram Tîgran a navçeya Baglarê qezayên trafîkê her ku diçe zêde dibin. Şênîyên taxê bertek nîşan dan û gotin, "Ma hûn hêj li hêvîya çi ne, qey dibêjin bila çend kesên din jî bi heman rengê jîyana xwe ji dest bidin?”

Di 2 salên dawî de li Taxa Bagcilarê ya navçeya Baglar a Amedê li kolana Aram Tîgran ji ber bûyerên qezayê trafîkê 3 kesan jîyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Do li Kolana Aram Tîgran di encama qezaya ku pêk hat de zarokê 7 salî Yusuf Babayîgît jîyana xwe ji dest da.

Li gpr nûçeya DîyarbekirYenîgunê, şênîyên taxê bertek nîşanê rayedaran da ku ji bo kolana ku gelek caran qezayên trafîkê lê diqewimin tedbîran nagirin.

Ji niştecihên taxê Şeyhmûs Ataç, dîyar kir ku her çend gelek caran serî li şaredarîyê dane jî bersiva wan nehatîye dayîn û wiha got: “Do danê êvarê zarokê 7 salî Yusuf Babayîgît di encama qezaya ku li vê kolanê qewimî de jîyana xwe ji dest da.

Li vê kolanê her tim qeza diqewimin. Şeva borî me di qezayeke trafîkê de pitika xwe winda kir. Şaredarî ji vê yekê berpirsyar e. Gelo ma qey ew hêvî dikin ku çend kesên din jî di qezayên trafîkê de bimirin, naxwe li benda çi ne?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.