NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ZAROKÊ 13 SALÎ DOZA “LI SEROKKOMAR HEQARET KIRÎYE” HAT VEKIRIN

Zarokê 13 salî bi îdiaya “Heqaret li Serokomar kirîye” doz lê hat vekirin.

LI ZAROKÊ 13 SALÎ DOZA “LI SEROKKOMAR HEQARET KIRÎYE” HAT VEKIRIN

Zarokê 13 salî bi îdiaya “Heqaret li Serokomar kirîye” doz lê hat vekirin.

Li gor nûçeya Îsmaîl Arî yê ji rojnameya Bîrgunê, hat dîyarkirin Serdozgerîya Komarê ya Gazîosmanpaşaya Stenbolê, derbarê zarokê 13 salî B.C.G. de bi hinceta “heqaret li Serokomar kirîye” lêpirsîn da destpêkirin û îdianame amade kir. Dadgeha Zarokan a Gazîosmanpaşayê îdianame qebûl kir û doz li zarokê 13 salî vekir.

Di îdianameya ku ji alîyê Serdozger Bîlal Korkmaz ve hatîye amadekirin de hat dîyarkirin ku B.C.G. yê ku di sala 2009an de ji dayik bûye ji ber gotinên xwe yên di koma WhatsAppê de li Navenda Ragihandinê ya Serokomarîyê (CÎMER) hatîye gilîkirin. B.C.G.yê ku îfadeya wî hat girtin dîyar kir ku heqaret nekirîye.

Ji teref Tiba Edlî ve derbarê zarokê ku dibêje nîyeta min ne heqaret bû raporek amade kir. Di raporê de hat dîyarkirin ku zarok ji bo fêhmkirina wate û encamên hiqûqî yên çalakîya xwe û arastekirina tevgera xwe têra xwe pêş ketîye.

Her wiha di îdianameyê de hat îdiakirin ku zarokê 13 salî "Êrîş li rûmet û şerefa Serokkomar kirîye" Dozger xwest ku ji ber heqareta li serokomar zarokê 13 salî bê cezakirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.