NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ZANÎNGEHA DÎCLE’YÊ XWENDEKAR HATIN DERPKIRIN Û BINÇAVKIRIN

Komek xwendekarên ku xwestin bûyerên asansoran ên li wargehên KYK'ê li Zanîngeha Dîcleyê protesto bikin, rastê lêdanê hatin û hatin binçavkirin.

Piştê Zeren Ertaş a li Aydinê di felaketa asansorê de jîyana xwe ji dest da, xwendekarên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) xwestin li Zanîngeha Dîcleyê xemsarîya li wargehên KYK'ê ku di demên dawî de gelek caran dihat rojevê, protesto bikin.

Xwendekarên endamên SGDF'ê yên ku xwestin bikevin kafeteryaya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê, ji alîyê Yekîneya Ewlekarîya Taybet ve rastê tundîyê hatin û destê wan li pişt wan kelepçe kirin. Di dema mudaxaleyê de 2 ciwan ji alîyê polêsên sivîl ve hatin binçavkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.