NÛÇEYÊN KURDÎ

LI YENÎŞEHÎRÊ DI CIHÊN ÇÊKIRINA ŞÎR Û BERHEMEN ŞÎRÎ DE KONTROL!

Li Amedê ji bo şîr û berhemên şîrî ku di bin şert û mercên nebaş de tên hilberandin, kontrol hat kirin.

LI YENÎŞEHÎRÊ DI CIHÊN ÇÊKIRINA ŞÎR Û BERHEMEN ŞÎRÎ DE KONTROL!

Li Amedê ji bo şîr û berhemên şîrî ku di bin şert û mercên nebaş de tên hilberandin, kontrol hat kirin.

Ekîbên Şaredarîya Navçeya Yenîşehîrê, Midûrîyeta Ewlehîyê ya Navçeya Yenîşehîrê û Midûrîyeta Xurek, Çandinî û Heywandarîyê ya Yenîşehîrê, îxbarên ku hatin wan nirxandin û di esnafên xurekan ên ku di bin derenceyan da şîr û berhemên şîrî çêdikin, kontrol kirin. Midûrê Ewlehîyê yê Şaredarîya Yenîşehîrê Bedîh Ay, di derbarê kontrolan de agahî da û dîyarkir ku ji bo têkoşîna li dijî hilberîna di bin derenceyan de li tevahîya navçeyê kontroleke tund kirine. Hat dîyarkirin di kontrolan de penîr, mast û rûnê ku di bin şert û mercên nepaqijî de hatine hilberandin, hatin bidestxistin. Ay, dîyarkir ku cihên kar ên ne guncaw, hatine mohrkirin û di berdewama axaftina xwe de wiha got;  "Em ê kontrola xwe bênavber bidomînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.