NÛÇEYÊN KURDÎ

LI WANÊ JI BER DERMANKIRINA NEÇÊ 18 NEXWEŞ RAKIRIN SERWÎSA GIRAN

Hat îdîakirin ku li navçeya Erdîşa Wanê 18 nexweşên dîyalîzê neçê hatine derman kirin.

LI WANÊ JI BER DERMANKIRINA NEÇÊ 18 NEXWEŞ RAKIRIN SERWÎSA GIRAN

Hat îdîakirin ku li navçeya Erdîşa Wanê 18 nexweşên dîyalîzê neçê hatine derman kirin.

18 nexweşên li Ercîşê dijîn di 16ê Gulanê de ji bo dîyalîzê çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.

Hat dîyarkirin ku hemû nexweşên ku piştê tedawîyê vegerîyan malên xwe, ji ber hiş ji serê wan diçe û ji xwe diçin gilî kirin. Hat îddîakirin ku 18 nexweşên ku rakirin beşa lênêrîna giran, derketîye holê ku bi dermanê şaş hatine tedawî kirin.  Hemwelatî li ber nexweşxaneyê li hêvîya xizmên xwe yê nexweş in.

Yek ji wan hemwelatîyan Îhsan Îşler wiha dibêje, “Rêveberîya nexweşxaneyê tu agahîyê nadeye me. Ji me re gotin ku derbarê mijarê de lêkolîn tê kirin û 2 lêkolîner hatine wezîfedarkirin. Em çûn dozgerîyê û me serlêdana sûc kir. Em ê destûrê nedin ku ser vê mijarê bê girtin. Kesên ku ev kirin divê hesab bidin." Li alîyê din rayedarên nexweşxaneyê dîyar kirin ku lêpirsîn didome û ew ê agahîyê nedin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.