NÛÇEYÊN KURDÎ

LI WANÊ 2 KARMENDÊN ŞAREDARÎYÊ BI ÇEKAN HEV KUŞTIN

Li navçeya Qerqelîyê ya Wanê 2 karmendên şaredarîyê bi çekê hev kuştin.

LI WANÊ 2 KARMENDÊN ŞAREDARÎYÊ BI ÇEKAN HEV KUŞTIN

Li navçeya Qerqelîyê ya Wanê 2 karmendên şaredarîyê bi çekê hev kuştin.

Li gor agahîyan, roja Înê 9ê Hezîrana 2023an li Taxa Muhmutalan a girêdayê navçeya Qerqelî ya Wanê ye, di otomobîlekê de di navbera 2 karmendên şaredarîyê de nîqaş derketîye.

Piştê demek ji nîqaşê, karmendên şaredarîyê yên bi navên Î.G. û M.B. bi çekê li hev didin. Di encamê de Î.G li cîhê bûyerê jîyana xwe ji dest dide û M.B jî bi giran birîndarî wî radikin nexweşxaneyê.

Lê digel hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest dide. Ji bo şer li nava malbatan belav nebe tevdîrên ewlehîyê hatin girtin û lêpirsîn berdewam e.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.