NÛÇEYÊN KURDÎ

LI TAXA PÎRÎNÇLÎKÊ BARÎNA TEYROKÊ PÊK HAT! ŞITLÊN DI ERD DE ZIRARÊ DÎTIN

Li Taxa Pîrînçlîkê ya navçeya Kayapinara Amedê tesîra teyrokê pêk hat.

LI TAXA PÎRÎNÇLÎKÊ BARÎNA TEYROKÊ PÊK HAT! ŞITLÊN DI ERD DE ZIRARÊ DÎTIN

Li Taxa Pîrînçlîkê ya navçeya Kayapinara Amedê tesîra teyrokê pêk hat. Erdên çandinîyê ji ber teyrokê zirar dîtin. Li taxa Pîrînçlîkê 200 hezar şitlên firingîyan ên ku li ser 100 donim erd hatibû çandin teyrok lê barîya. Cotkar Ahmet Kirmizi yê ku ji navçeya Siwêregê hat Amedê û 200 hezar donim erd kirê kir da ku firingî biçîne, dîyarkir ku ji ber barîna teyrokê mexdûr bûne. Cotkar Kirmizi wiha got: “Ev 20 sal in ez vî karî dikim. Ev 3 meh in baran nebarîye, dema em li benda baranê bûn, teyrokê li me ket û me wêran kir. Nêzê 500 hezar TL zirara min çêbû."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.