NÛÇEYÊN KURDÎ

LI TABELAYA RÊNÎŞANDANÊ YA MIZGEFTA MEZIN ZIMANÊ KURDÎ TÊ ZÊDEKIRIN

Hat ragihandin ku piştê rexneyên tund ên li ser kêmasîya Kurdî ya li ser tabelayên agahdarkirinê yên li ber derîyê Mizgefta Mezin ya Amedê, wê tabelaya rênîşandanê bê guhertin.

LI TABELAYA RÊNÎŞANDANÊ YA MIZGEFTA MEZIN ZIMANÊ KURDÎ TÊ ZÊDEKIRIN

Hat ragihandin ku piştê rexneyên tund ên li ser kêmasîya Kurdî ya li ser tabelayên agahdarkirinê yên li ber derîyê Mizgefta Mezin ya Amedê, wê tabelaya rênîşandanê bê guhertin. Mûftîyê Amedê Îmamoglû, di derbarê tabelaya rênîşandanê ya ku li derîyê Mizgefta Mezin hatiye daliqandin û ji bilî Kurdî 4 ziman tê de hene; wî dîyarkir ku nebûna Kurdî li ser tabelayê kêmasî ye. Imamoglu; “Li herêmeke ku kurdî pir tê axaftin, hebûna Rûsî û zimanên din lê tunebûna Kurdî kêmasîyek e. Niha me hemû amadekarîyên xwe kirine. Di tabelayê de wê zimanên Kurdî, Tirkî, Rûsî, Erebî, Îngilîzî û Zazakî hebe.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.