NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SER ERDA DIBISTANA POLÊSAN A BERÊ WÊ DIBISTAN BÊ ÇÊKIRIN

Hat dîyarkirin ku wê li ser erda Dibistana Polêsan a berê a li Baglarê ku hilweşandina wê dest pê kirîye, dibistanek bê çêkirin.

LI SER ERDA DIBISTANA POLÊSAN A BERÊ WÊ DIBISTAN BÊ ÇÊKIRIN

Mixtarê Taxa Mewlana Halît a Navçeya Baglar a Amedê Îlhan Şahîn, dîyar kir ku ew kêfxweş in ku dibistana ku pêwîstîya herî mezin a şênîyên taxê ye li ser erdê Dibistana Polêsan a berê tê çêkirin.

 

Mixtar Şahîn, anî ziman ku projeya dibistana nû bersiva daxwazên şênîyên taxê yên derbarê perwerdeyê de ye û dîyar kir ku li taxa wan derdora 10 hezar xwendekar hene û piranîya van xwendekaran ji ber nebûna dibistanan diçin taxên cîran.

 

Mixtar Şahîn dîyar kir ku ev dibistana nû wê bi zêdekirina kalîteya perwerdeyê ji bo gelên herêmê ku ev demeke dirêj e bê dibistan mane, kedeke mezin bide taxa wan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.