NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SEMSÛRÊ KAVILÊN AVAHÎYÊN HILWEŞYAYÎ JI SEDÎ 15 HATINE RAKIRIN

Li Semsûrê avahiyên ku zirareke mezin dîtine û hatine hilweşandin, ji sedî 15 kavilên wan hatine rakirin.

LI SEMSÛRÊ KAVILÊN AVAHÎYÊN HILWEŞYAYÎ JI SEDÎ 15 HATINE RAKIRIN

Li Semsûrê avahiyên ku zirareke mezin dîtine û hatine hilweşandin, ji sedî 15 kavilên wan hatine rakirin.

Li Semsûra ku herî zêde ji erdheja 6ê Sibatê zirar dîtibû û wêranîyek zêde lê rû da bû, hilweşandina avahiyên ku zirareke mezin dîtine berdewam dike.

8 hezar û 282 avahî hatin hilweşandin û bermahiyên wan ên ji erdhejê mabûn hatin rakirin.

Piştê ku xirbeyên van avahiyan hatin rakirin, rayedaran ji bo hilweşandina 20 hezar û 21 avahiyên ku zirareke mezin dîtine, îhale ji bo hilweşandin û rakirina xirbeyan a 15 hezar û 609 avahiyan da.

Alîkarê Waliyê Semsûrê Mehmet Farûk Kazdal ku ji hilweşandinê berpirsyar e, diyar kir ku xebatên hilweşandin û rakirina kavilan wê di nava 2 mehan de biqede.

Kazdal di daxuyaniya xwe de wiha got, “Bi tevahî 20 hezar û 201 avahiyên me yên ku zirareke mezin dîtine hene.

Niha li seranserê bajêr ji sedî 15ê avahiyên ku zirareke mezin dîtine hatine hilweşandin û kavilên wan hatine rakirin.

Di dawiya du mehan de, em ê pêvajoya hilweşandin û rakirina kavilan bi dawî bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.