NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ŞAREDARÎYA ERXENÎYÊ LÊPIRSÎNA BERTÎLÊ! GUMANBAR HATIN BERDAN

Di îdianameya ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Amedê ve derbarê lêpirsîna bertîlê ya li Şaredarîya Erxenîyê ve hatîye amadekirin de çerxa bertîlê derket holê.

LI ŞAREDARÎYA ERXENÎYÊ LÊPIRSÎNA BERTÎLÊ! GUMANBAR HATIN BERDAN

Di îdianameya ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Amedê ve derbarê lêpirsîna bertîlê ya li Şaredarîya Erxenîyê ve hatîye amadekirin de çerxa bertîlê derket holê.

Li gor nûçeya Ozgur Cebe ya ji Sozcuyê, di îdianameyê de îfadeya Cîhan Ç. ê ku di heman yekîneyê de dixebitî cîh digre. Cîhan Ç di îfadeya xwe de dîyar dike ku ew mîmar e û wiha dibêje: “Yên ku pere nedabaya nikaribûn karên înşaeta xwe bidomînin.

Ji bo ku kar û barên wan qut nebin, 20 hezar lîre li ber çavên wan ne dihat. Kenan her tim pereyên bertîl werdigirt. Pereyê bertîlê jî, li hesabê hevjîna xwe radizand. Ger hesabê jina wî werin lêkolîn kirin, wê gelek sosret derkeve holê.

Dema ku min her tim jê re got ev tişte ku em dikin xelet e, em ji hev veqetîyan. Ji ber ditirsîya ku ez biçim cem rayedaran û jê re bêjim, xwest min bikuje.

Danişîna Midûrê Herêmê Kenan D, Mîmar Cîhan Ç û du taşeronên ku doz lê hatibûn vekirin, duh li Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin.

Midûrê Herêmê îdia û sûcên îsnadê wî dikin qebûl nekir û îdîa kir ku sûcê bertîlê nekirîye û her wiha talîmat nedaye mîmar Cîhan Ç. Ji ber ku her du bersûc salek û nîv e girtî ye, delîl hatine berhevkirin, dadgehê biryara berdana her duyan da û danişîn taloqê piştê betlaneya edlî kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.