NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ŞAREDARÊ AMEDÊ YÊ BERÊ ÇELÎK 6 SAL CEZAYÊ HEPSÊ HAT BIRÎN

Bi hinceta tevlêbûna xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Şaredarê Amedê yê berê Ferîdûn Çelîk bi îdiaya “Endamtîya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hepsê hate birîn.

Bi îdîaya di nava Koordînasyona Meclisa Daîmî, Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan û Komîsyona Dîplomasîyê yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih girtîye, derheqê Şaredarê Amedê Ferîdûn Çelîk de bi îdîaya “Endamtîya rêxistinê” doz hatibû vekirin.

Ji ber ku dosya kêm hatibû lêkolînkirin, ji hêla dadgeha îstînafê ve hatibû xerakirin. Piştê biryara dadgeha îstînafê, doz dîsa li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Çelîk tev li dozê nebû lê parêzerên amade bûn.

Piştê parastinan, dadgehê bi îdîaya “Endamtîya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Çelîk. Dadgehê berê biryara rakirina kontrola edlî dabû lê ev biryara xwe xera kir û dîsa biryara kontrola edlî da.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.