NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SÛRÊ AVAHÎYÊN KU HATIN TESCÎLKIRIN DIBIN HEDEFA XEZÎNEGERAN

Li Navçeya Sûrê ya Amedê, avahîyên ku hatine tescîlkirin, bûn hedefa nêçîrvanên xezîneyê

LI SÛRÊ AVAHÎYÊN KU HATIN TESCÎLKIRIN DIBIN HEDEFA XEZÎNEGERAN

Li Navçeya Sûrê ya Amedê, avahîyên ku hatine tescîlkirin, bûn hedefa nêçîrvanên xezîneyê. Hat dîyarkirin ku kesên ku xwe wek karkerên înşaetê dabû naskirin, cil û bergên înşaatê li xwe kirin û li hin xanîyan li xezîneyê geriyan. Xezînegerên bi çek ku cilên înşaetê li xwe kiribûn, belgeyên sexte amade kirin û li malên dîrokî geriyan, dema ku hatin ferq kirin jî belgeyên sexte nîşan dan û gotin ku ew bi destûr dixebitin. Hat dîyarkirin ku xezînegeran dema ku polîs hatin qadê, amûrên xwe yên kolandinê hiştin û revîyan. Welatîyên li Sûrê dîyarkirin ku bi derfetên xwe li malên xwe nobedê digirin. Welatîyan daxwaz kirin ku ji nû ve avakirina avahîyên hatine restorekirin an jî hilweşîyane, di demeke herî kurt de bi dawî bibe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.