NÛÇEYÊN KURDÎ

LI RIHAYÊ TAYÎNKIRINA SÛLTANOGLÛ BI ÇELENGA REŞ HAT PROTESTOKIRIN

Asim Sûltanoglû ku ji ber tecawiza li Weqfa Ensarê derheqê wî de lêpirsîn hatibû vekirin, weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê hatibû tayînkirin.

LI RIHAYÊ TAYÎNKIRINA SÛLTANOGLÛ BI ÇELENGA REŞ HAT PROTESTOKIRIN

Asim Sûltanoglû ku ji ber tecawiza li Weqfa Ensarê derheqê wî de lêpirsîn hatibû vekirin, weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê hatibû tayînkirin.

Platforma Ked û Demokrasîyê ya Rihayê bertek nîşan da, xwest tayîna wî were betalkirin û çelenga reş danîn pêşîya avahîya midûrîyetê.

Li Karamanê di Weqfa Ensarê de 45 zarokên kur ên temenê wan di navbera 8 û 10 salî de bûn, hatibûn îstîsmarkirin. Di doza Weqfa Ensarê de derheqê Asim Sûltanoglû yê ku wê heyamê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Karamanê bû, bertek û nerazîbûnên li dijî tayînkirina Sûltanoglû ya ji bo Rihaye didomin.

Platforma Ked û Demokrasîyê ya Rihayê, ji bo protestokirina tayînkirina Sûltanoglû li pêşîya avahîya Midûrîyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê ya li Taxa Ertûgrûlgazî ya navçeya Halîlîyeyê daxuyanî da.

Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasîyê ya Rihayê Kemal Yuksekkaya di daxuyanîyê de axivî û dîyar kir ku ji bo normalîzekirina jinan, tacîz û îstîsmara zarokan hewl tê dayîn.

Yuksekkaya, di axavtina xwe de wiha got, “Bi kîjan sedemê tayînê Rihayê hate kirin? Em vê tayînê rast nabînin û weke platformê dixwazin ku ev tayîn tavilê were betalkirin.”

Endamên platformê piştê daxuyanîyan çelengên reş danîn ber Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî ya Rihayê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.