NÛÇEYÊN KURDÎ

LI RIHAYÊ SIVAREYEK KET QENALA AVDANÎYÊ! 3 KES MIRIN 2 KES JÎ WINDA BÛN

Li Rihayê siwareyek li qenala avdanîyê qelibî, 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî winda ne.

LI RIHAYÊ SIVAREYEK KET QENALA AVDANÎYÊ! 3 KES MIRIN 2 KES JÎ WINDA BÛN

Li Rihayê siwareyek li qenala avdanîyê qelibî, 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî winda ne. Li gor agahîya ku hat bi destxisitin, bûyer bi şev, li Taxa Bakimli a navçeya Halîlîye ya li ser rêya Riha û Mêrdînê pêk hat. Siwareya ku Îlhamî D. (20) bi kar dianî û tê de 6 kes hebûn, ji ber ku şofêr kontrola dîreksîyonê winda kir, ji kontrolê derket û ket qenala avdanîyê ku kurahîya wî 7 mitro ye. Di siwareyê de Abdullah D. (18) bi derfetên xwe hat rizgarkirin, cenazeyên 3 kesan hatin dîtin. Lêgerîna 2 kesên winda berdewam dike. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.