NÛÇEYÊN KURDÎ

LI QEREJDAXÊ WÊ TESPÎTKIRINA QADÊN JEOSÎT BÊN DESTPÊ KIRIN

Li Qerejdaxê di navbera Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê de, ji bo dîyarkirina qadên jeosît protokol hat îmzekirin.

LI QEREJDAXÊ WÊ TESPÎTKIRINA QADÊN JEOSÎT BÊN DESTPÊ KIRIN

Li Qerejdaxê di navbera Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê de, ji bo dîyarkirina qadên jeosît protokol hat îmzekirin. Şaredarîya Bajarê Mezin di çarçoveya "Nexşeya Rêya Sêgoşeya Zêrîn a Mezopotamyayê" de, ji bo mîrata dewlemend a çandî ya Amedê bigihîne tûrîzmê û ji bo pêşketina herêmê pêk bîne, dest bi lêkolînan kir. Di xebatan de Şaxa Projeyan ji bo ku Qerejdax bikeve bernameya Jeoparkên Gerdûnî ya UNESCO’yê û tesbîtkirina qadên jeosît ên di nav sînorên parêzgeha Amedê de, projeyek amade kir. Ekîba ku ji alîyê Midûrîyeta Xizmetên Gundan ve bê avakirin wê li Qerejdaxê ji bo tespîtkirina erdnîgarî, nexşe û raporê 60 rojan lêkolînên qadê bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.