GÜNDEM

LI QATILÊ DENÎZ POYRAZ CEZAYÊ SERMEDÎ YÊ HEPSÊ HAT BIRÎN

7'emîn danişîna doza derbarê Onur Gencer ê ku di êrîşa çekdarî ya li dijî avahîya HDPê ya bajarê Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kiribû, hat dîtin.

Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, berîya danişînê li ser mijarê daxuyanîyeke çapemenîyê da. Nûnerên sazîyên sivîl û gelek welatî li kampusa ku danişîn lê dihat kirin hatin cem hev. Dadgehê bi sûcê "kuştina bi qestî" cezayê muebbetê yê girankirî û ji ber sûcên cuda 9 sal cezayê girtîgehê li Onur Gencer birî. Turkan Aslan Agaç ya ku yek ji parêzerên dozê ye, derbarê biryarê de daxuyanî da û dîyar kir ku ew biryarê kêm dibînin û ev êrîş ne tenê li dijî mafê jîyanê yê Denîz Poyraz e "Di heman demê de ji ber ku partîyeke sîyasî hedef hatîye girtin, divê ji alîyê sûcê ji holê rakirina pergal û birêkûpêkirina qanûna esasî de jî were nirxandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.