NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PIRSÛSÊ 2 KESÊN KU LI DIJÎ DEDAŞÊ BÛN HATIN BINÇAVKIRIN 2 KES JÎ HATIN BIRÎNDARKIRIN

Ekîbên DEDAŞ’ê, (Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê) li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, jimarkerên ceyranê birin stûnan û ji ber vê yekê rageşî derket.

LI PIRSÛSÊ 2 KESÊN KU LI DIJÎ DEDAŞÊ BÛN HATIN BINÇAVKIRIN 2 KES JÎ HATIN BIRÎNDARKIRIN

Ekîbên DEDAŞ’ê, (Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê) li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, jimarkerên ceyranê birin stûnan û ji ber vê yekê rageşî derket. Ekîbên DEDAŞ'ê, yên ku danê sibehê ji bo jimarkarên li Taxa Barişê derbasî stûnan bikin dest bi xebatê kirin lê ji aliyê şênîyên taxê ve hatin astengkirin. Piştê ku xebat rawestiyan, ekîbên DEDAŞ'ê polîsan gazî taxê kirin. Polîsan bi maşînên zirxî tax dorpêç kirin, bi bombeyên gazê û TOMA'yan êrîşî welatiyên taxê ku jin û zarok jî di nav de hebûn kirin. Di êrîşê de 4 kes bi gaza îsotê birîndar bûn û 2 kes jî hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku, kesên hatin binçavkirin birin Midûrîyeta Polîsan a Navçeya Pirsûsê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.