NÛÇEYÊN KURDÎ

LI NAVÇEYA FARQÎNÊ YA AMEDÊ ÎSYANA XANÎYÊN SOSYALÊ!

Li Farqînê gelek welatî ji ber ku di Projeya Xanîyên Sosyal de ji Farqînê re kontenjan nehatîye vekirin, bertek nîşan dan.

LI NAVÇEYA FARQÎNÊ YA AMEDÊ ÎSYANA XANÎYÊN SOSYALÊ!

Li Farqînê gelek welatî ji ber ku di Projeya Xanîyên Sosyal de ji Farqînê re kontenjan nehatîye vekirin, bertek nîşan dan.

Piştê daxuyanîyên derbarê projeya xanîyên sosyal li kîja navçeyan wê bê çêkirin, hat hînbûn ku di nav projeyê de navçeya Farqînê ya Amedê tune ye. Digel ku navçe ji alîyê nifûs û firehîya erazîyan ji bo lêkirina xanîyên sosyal guncav e û ku di projeyê de cîh negirtîye welatîyên navçeyê bertek nîşanê vê yekê dan û wiha gotin: “Ev du sal in ji bo Farqînê destûra îmarê nayê dayîn. Nifusên navçeyên wek Çinguş, Hezro, Pasûr û Çêrmûk qasê Farqînê tune ye lê mixabin Farqîn di nav projeyê de cîh negirtîye. Ev mijarek gelek balkêş e, çima Farqîn di nav vê projeyê de cîh negirt? Niha li Farqînê buhayên xanîyan nêzê 2 milyon lîre ye. Heyf e, guneh e. Em daxwaza vê yekê dikin bila Farqîn jî di nav projeyê de cîh bigre.” Li Amedê navçeyên ku wê lê xanîyên sosyal bên lêkirin ev in: Hezro, Gêl, Karaz, Pasûr, Çêrmûk û Çingûş.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.