NÛÇEYÊN KURDÎ

LI “MEKTEBA SANAYΔ WÊ PERWERDEYA PISPORÎYA BAZIRGANÎYÊ BÊ DAYÎN

Di çarçoveya “Mekteba Sanayî” ya Amedê de ji bo ku kapasîteya îxracatê ya kargehên li bajêr bê zêdekirin, bernameyek perwerdehîyê ya "Pisporê Bazirganîya Derve" hat vekirin.

LI “MEKTEBA SANAYΔ WÊ PERWERDEYA PISPORÎYA BAZIRGANÎYÊ BÊ DAYÎN

Di çarçoveya “Mekteba Sanayî” ya Amedê de ji bo ku kapasîteya îxracatê ya kargehên li bajêr bê zêdekirin, bernameyek perwerdehîyê ya "Pisporê Bazirganîya Derve" hat vekirin.

Alîkarê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê Ercan Tayinlamak derbarê bernameya perwerdeyê de agahî da û wiha got: "Xwedîyê kargehan dibêjin di warê  pêvajoyên bazirganîya derve, di bazirganîya derve de zanîna pêvajoya qanûnî û sîstema rêvebirinê, alîkarîyên dewletê yên ji bo hinardekirin û gumrikê, lêkolîna bazarê ya nû û bazirganîya derve de kesên ku bi hînbûna rê û rêbazên derbarê îstîxbarata bazirganîyê de dikarin xwe bi pêş bixin, perwerdeyê dixwazin.

Ji bo vê jî em ê bernameya perwerdeyê ya 10 rojan a rû bi rû, 20 rojan online, bi giştî 120 demjimêran pêk bînin." Tayinlamak destnîşan kir ku serîlêdanên ji bo bernameya perwerdeyê wê heta 23ê Hezîrana 2023an bidomin, û dîyar kir ku ew ji bo vê perwerdeyê pîvanên wekî temen û jin û mêr destnîşan nakin, her kesê ku bixwaze di vê warê de bixebite, ji serlêdanê re vekirî ye. Tenê dixwazin kesên serî lê bidin divê di asta A1ê de bi zimanê îngîlîzi bizanibin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.