NÛÇEYÊN KURDÎ

LI MÛŞÊ 2 ZAROKÊN KEÇ BI BEN VE DALIQANDÎ Û MIRÎ HAT DÎTIN

Li Mûşê 2 zarokên keç ên dibistana navîn ku di maleke xirabe de bi ben ve daliqandî, mirî hatin dîtin. Li navçeya Gimgim a Mûşê xwendekarên pola 8emîn a dibistana navîn P.A. (14) û Z.T. (14) di mala bavê P.A.yê ku terikandibûn de bi halê ben ve daleqandî û mirî hat dîtin.

Li gorê nûçeya DHA’yê, di bûyera ku li Taxa Kûltûr a navçeya Gimgim pêk hat de xizmên xwendekarên pola 8’emîn ên Dibistana Navîn a Ataturk P.A. û Z.T., tevê ku êvar bû jî neçûn malê, lêgerîn hate kirin. Di encama lêgerînê de bavê P.A. Cemal A., her du keç di mala xwe ya xirabe da bi ben ve daliqandî dît. Piştê ku Cemal A. rewş ragihand, tîmên polês û tenduristîyê sewqê cîhê bûyerê bûn.

Di kontrola ekîbên ku hatin cîhê bûyerê de hat tespîtkirin ku her du zarok mirine, xizmên wan jî dema xeber bihîstin hawar bi wan ket. Piştê lêkolîna dozgerî û ekîbên li cîhê bûyerê, cenazeyên P.A. û Z.T. ji bo tespîtkirina sedema mirinê ewil şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Vartoyê û piştre şandin Sazîya Tiba Edlî ya Mûşê. Lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.