NÛÇEYÊN KURDÎ

LI MÊRDÎNÊ DERBARÊ XWENDEKARAN DE LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN

Rêveberîya wargeha Mêrdînê derbarê xwendekarên li wargeha Keçan a KYK’ê ya Mêrdînê ji ber ku çalakî li dar xistin de, lêpirsîn da destpêkirin.

LI MÊRDÎNÊ DERBARÊ XWENDEKARAN DE LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN

Rêveberîya wargeha Mêrdînê derbarê xwendekaran ku piştê Zeren Ertaş di encama ketina asansorê ya li wargeha KYK'ê de jîyana xwe ji dest da, li wargeha Keçan a KYK’ê ya Mêrdînê çalakî li dar xistin de, lêpirsîn da destpêkirin.

 

Ji xwendekaran hat xwestin ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê KYKê ve ji ber çalakîya protestoyê ya 27ê cotmehê li dijî xwendekaran hatîye destpêkirin de parastina xwe bikin.

Hin xwendekarên ku bi îdîaya "heqaret li KYKê kirine" bi îdîayek din jî "di 27.10.2023an de li wargehê xwepêşandana xwendekaran rêxistin kirine" hatin sûcdarkirin.

Her wiha di çarçoveya lêpirsîna bi heman rengê de derbarê xwendekarên beşdarê daxuyanîya ku di 30'ê Cotmehê de li ber avahîya wargehê ya ji alîyê Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê ve hatibû dayîn de jî lêpirsîn hat vekirin û hat hînbûn ku hejmara xwendekarên ku di lêpirsîna dîsîplînê de hatine girtin ji 40î zêdetir e.

Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê, derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û bertek nîşanê vekirina lêpirsîna li dijî xwendekaran da.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.