NÛÇEYÊN KURDÎ

LI GUNDÊ SÎNANÊ GUNDÎYAN ŞER KIRIN! 3 KES BIRÎNDAR BÛN

Li Gundê Sînan a Bismilê di navbera kesên li gund erd kirî bûn û şêniyên gund de şerê çekdarî derket.

LI GUNDÊ SÎNANÊ GUNDÎYAN ŞER KIRIN! 3 KES BIRÎNDAR BÛN

Li Gundê Sînan a Bismilê di navbera kesên li gund erd kirî bûn û şêniyên gund de şerê çekdarî derket. Hat îdîakirin ku kesê wek axayê gundê Sinanê tê binavkirin, erd firotiye hinek kesên ne ji gund in û di heya ku kesên erd kirîne wê werin gund, rastê nerazîbûna şêniyên gund hatin. Gundiyan, ketina wan ya gund asteng kirin. Di navbera gundiyên ku kevir û dar di destên wan de pêşwazî li wan kirin û kesên nû erd stendine de nîqaş derket. Piştê niqaşê, hat diyarkirin ku gundî bi çekan hatine gulebarankirin. Di bûyera ku derket de 2 kes bi gulebarana çekê birîndar bûn. Cendirmeyên ku li ser îxbarê çûn cihê bûyerê, di veqetandina aliyan de zehmetî kişandin, di dema pevçûnê de jendermeyek ji ber kevirê ku li serê wî ket birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û hat diyarkirin ku hin kesên ku tevlê bûyerê bûne hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku rageşiya li gund dewam dike û cendirmeyan tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.