NÛÇEYÊN KURDÎ

LI GUNDÊ CEWZÊ YA HÊNE 7 ROJ E CEYRAN TINE!

Şênîyên taxê yên li navçeya Hênê ku ceyrana wan qut bû û di tarîyê de man, bertek nîşanê DEDAŞ'ê dan.

LI GUNDÊ CEWZÊ YA HÊNE 7 ROJ E CEYRAN TINE!

Li gor îdîaya welatîyên li gundê Cewzê ya navçeya Hênê ya Amedê, ekîbên Şîrîketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcle (DEDAŞ) ên di 8ê Çileyê Duşemê da piştê xirabûna trafoyê hatin gund, trafo helişandin û birin.

 

Li gundê ku nêzê 200 xanî bê ceyran û di tariyê de mane welatîyan wiha gotin, “7 roj e li vî bajarokê ceyran tuneye. Ji bilî ceyranê, av, binesazî û hatûçûn rawestîyane. Sîyasetmedar, di dema hilbijartinê de bi tevê midûrên TEDAŞ, DÎSKÎ tênê li vir, lê niha hûn dibêjin em niha nikarin tiştek bikin.

 

Hûn çawa dikarin durû bin û ji bo dengan van kesan bînin vê rewşê? Li tu derê Tirkîyeyê zilmeke wiha nehatîye kirin. Pitikên piçûk, kal û pîr û nexweşên ku bi makîneyê ve girêdayî ne, bêçare li bendê ne." Welatîyan bertek nîşanê vê rewşê dan û ji rayedaran xwestin ku tavilê çareserîyek ji vê pirsgirêkê re bê dîtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.