NÛÇEYÊN KURDÎ

LI FRANSAYÊ KARKER ÎRO DEST BI GREVA XWE YA 12EMÎN DIKIN

Li Fransayê Karkerên li dijî reforma teqawidîyê, îro cara 12’emîn li seranserê welat dest bi grevê dikin.

LI FRANSAYÊ KARKER ÎRO DEST BI GREVA XWE YA 12EMÎN DIKIN

Li Fransayê Karkerên li dijî reforma teqawidîyê, îro cara 12’emîn li seranserê welat dest bi grevê dikin.

Ji ber grevê tê bendê kirin ku wê hin seferên trênan bên betal kirin û wê karkerên refînerîyê û berhevkarê çopê û mamoste dev ji kar berdin.

Tê gotin wê pêla greva 12emîn berîya biryara Meclîsa Destûra Bingehîn a li ser pêşnûmeya qanûnê ku tê bendê kirin roja Înê bê ragihandin, were lidarxistin.

Ger komîte bi erênî li qanûnê binêre dibe ku desthilata hikûmetê qanûnê belav bike. Di vê mijarê de tê texmînkirin dibe ku xwepêşandan bi dawî bibin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.