NÛÇEYÊN KURDÎ

LI FARQÎNÊ RÊYA DIBISTANÊ JI ALÎYÊ MIDÛREK DIN VE HATE GIRTIN

Li navçeya Farqîna Amedê, rêya dibistanên Lîseya Îmam Hatîp Anadolu ya Sîlvan û Lîseya Cumhurîyet Anadolu ya Sîlvan ku di çarçoveya Kampusa Perwerdehîyê ya Midûrîyeta Perwerdeya Neteweyî ya navçeyê da ne û nêzê hezar û 200 xwendekar lê hene, ji alîyê midûrekî din ve hat girtin.

LI FARQÎNÊ RÊYA DIBISTANÊ JI ALÎYÊ MIDÛREK DIN VE HATE GIRTIN

Li ser rêya ku Şaredarîya Farqînê çêkir û bi milyonan lîre hat xerc kirin, kolandin hatin kirin û ji bo têlan stûnên beton çikandin.

 

Xwendekarên Lîseya Îmam Hatîp Sîlvan, ji girtina rêya wan a ku ji alîyê midûrekî din ve hat girtin re bertek nîşan dan.

 

Qeymeqam û Qeyûmê Şaredarîya Farqînê Hasan Uguz di daxuyanîya xwe ya derbarê kolandina bê destûr a midûrê dibistanê û girtina rêya dibistanê de wiha got:

 

“Girtina rêya dibistanê bêyî agahîya me û Perwerdehîya Neteweyî hatîye kirin. Kolandina asfaltê zirarê dide milkên gel. Lêkolînên pêwîst wê bên destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.