NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ERXENÎYÊ DI NAV PISMAMAN DE ŞERÊ BI ÇEK! 1 MIRÎ, 1 BIRÎNDAR

Li Erxenîyê nîqaşa di navbera pismamên hev de veguherî şerê çekdarî.

LI ERXENÎYÊ DI NAV PISMAMAN DE ŞERÊ BI ÇEK! 1 MIRÎ, 1 BIRÎNDAR

Li Erxenîyê nîqaşa di navbera pismamên hev de veguherî şerê çekdarî.

Bûyer li Taxa Kemertaşê ya navçeya Erxenî ya Amedê di sîteyek de rû da. Hat îdîakirin Şeref T. û Hasan T. ku tê gotin pismamên hevên, ji ber sedemeke nedîyar dijminatîya wan heye, piştê nîqaşa li ser telefonê di baxçê sîteyê de ji hev re demançe kişandin û bera hev dan.

2 pismam ku di encama şerê çekdarî de birîndar bûn ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve rakirin nexweşxaneyê. Şeref T. ê bi giranî birîndar bû, tevê hemû midaxeleyê bijîjkan jîyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku xetereya jîyana Hasan T. didome. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.