NÛÇEYÊN KURDÎ

“LI ERDNÎGARÎYA ERDHÊJÊ PIRGIRÊKÊN PSÎKOLOJÎK Û HIQÛQΔ

Li Zanîngeha Dîcleyê bi mijara "Li Erdnîgarîya Erdhêjê Pirsgirêkên Psîkolojîk û Hiqûqî" konferansek hat lidarxistin.

“LI ERDNÎGARÎYA ERDHÊJÊ PIRGIRÊKÊN PSÎKOLOJÎK Û HIQÛQΔ

Li Zanîngeha Dîcleyê bi mijara "Li Erdnîgarîya Erdhêjê Pirsgirêkên Psîkolojîk û Hiqûqî" konferansek hat lidarxistin.

Midûrê Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Firatê Prof. Dr. Mûrat Sûnkar wek axaftvan beşdar bû. Ji Zanîngeha Dîcleyê jî gelek mamoste, xwendekar û xebatkarên akademîk û îdarî beşdar bûn. Prof. Dr. Mûrat Sûnkar di axaftina xwe de derbarê sedemên erdhejê, xisarên erdhejê û tedbîrên ku ji bo zirarên muhtemel ên ku ji ber erdhejê çêbibin bên girtin de agahî da. Li alîyê din Prof. Dr. Abdûllah Atli jî bal kişand ser pirsgirêkên derûnî yên akût û kronîk ên ku di encama karesata erdhejê de derketine holê û behsa çareserîya van pirsgirêkan kir. Lêkolîner Coşkûn Çaldag, ji bo tezmînata xesara madî û manewî ya ku di erdhêjê de çêbûye û ji bo kesên ku bûne sebeb jî bên ceza kirin, besha rê û rêbazên hiqûqî û îdarî kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.