NÛÇEYÊN KURDÎ

LI EKVADORÊ REWŞA AWARTE! DI QADÊ DE ALOZÎ, 8 MIRÎ

Li Ekvadorê piştê ku serokê çeteyan ji girtîgehê revîya, rewşa awarte hat ragihandin.

LI EKVADORÊ REWŞA AWARTE! DI QADÊ DE ALOZÎ, 8 MIRÎ

 

Li Ekvadorê, serokê çeteya Los Choneros û mîrê narkotîkê Adolfo Macias Villamar, roja Yekşemê ji nişka ve ji zindana ewlekarîya bilind a ku lê dima, winda bû.

Piştê ku Serokkomar Daniel Noboa Rewşa Awarte ragihand û bi 3 hezar hêzên ewlekarîyê re li dijî çeteyan operasyon da destpêkirin, rêxistinên sûc daketin qadan.

Komên çekdar bi ser zanîngeh û qenaleke televîzyonê de girtin û di êrîşên li ser gelek cîhên bajêr de 8 sivîl hate kuştin. Çeteyan dîmenên înfazên cerdevan û polêsên ku rehîne girtine li ser medyaya civakî weşandin.

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.