NÛÇEYÊN KURDÎ

“LI DERMANXANEYAN DERMAN NEMA YE, TENDURISTÎ XETERÊ DE YE”

Lijneya Rêvebir a Odeya Dermanfiroşan a Amedê, derbarê kêmasiya giran a dermanan a di heyama dawî de hat dîtin, daxuyaniyeke nivîskî da.

“LI DERMANXANEYAN DERMAN NEMA YE, TENDURISTÎ XETERÊ DE YE”

Lijneya Rêvebir a Odeya Dermanfiroşan a Amedê, derbarê kêmasiya giran a dermanan a di heyama dawî de hat dîtin, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Li ser refên dermanxaneyan ti derman nemaye, tenduristiya gel bi giranî di xetereyê de ye. Her çend em wekî dermansaz bi salan e bi riya Komeleya xwe ya Pîşeyî hişyarî didin jî, ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve siyasetek rast, peydakirina dermanan nehatiye şopandin. Em Dermansaz ji kêmbûna dermanan ne berpirsiyar in, û em mexdûr in ku em nikarin alîkariya nexweşên xwe bikin. Li şûna ku çareseriyek demkî were hilberandin, divê Biryarnameya Bihayê Derman bi tevahî were guhertin; divê polîtîkayeke rast ya peydakirina dermanan bê pêşxistin! Ji bo vê rewşê divê çareseriyên mayînde bên dîtin. Gihîştina derman û peydakirina dermankirinê mafekî bingehîn ê mirovî ye, nikare tawîz bê dayîn.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.