NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DÎLOKÊ KESÊ KU JI BANÊ XANÎ DE KET XWARÊ JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Dîlokê li nava kuçeyê cesedê kesekî mirî hat dîtin.

LI DÎLOKÊ KESÊ KU JI BANÊ XANÎ DE KET XWARÊ JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Dîlokê li nava kuçeyê cesedê kesekî mirî hat dîtin.

Bûyer li Taxa Salkîmê ya navçeya Nîzîp a Dîlokê pêk hat. Hat îddîakirin ku Recep Çîftçîoglû 74 salî ku ji ber germa hewayê li ser banê mala xwe razayî bû, ji ser banî ket û jîyana xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê ekîbên tenduristîyê û cendirme sewqê herêmê bûn.

Ekîbên tenduristîyê dîyar kirin ku Recep Çîftçîoglu li cihê bûyerê jîyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Çîftçîoglû yê 74 salî ji bo otopsîyê birin Sazîya Tiba Edlî ya Dîlokê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.