NÛÇEYÊN KURDÎ

LI COLEMÊRGÊ VÊ SIBÊ BI PÎLEYA 4,3 ERDHÊJEK PÊK HAT

Îro danê sibê li Colemêrgê bi pîleya 4,3 erdhêjek pêk hat.

LI COLEMÊRGÊ VÊ SIBÊ BI PÎLEYA 4,3 ERDHÊJEK PÊK HAT

 

Îro danê sibê li Colemêrgê bi pîleya 4,3 erdhêjek pêk hat.

 

Li gor agahîya ku li ser malpera Serokatîya Rêveberîya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) hat dayîn, di saet 06:09an da erdhêjeke bi lerza 4,3 û 7 kîlometre di bin erdê da çêbû û navenda wê Geverê ye.

 

Walîyê Colemêrgê Alî Çelîk di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Piştê erdhêja bi lerza 4,3 ya ku li bajarê me çêbû, heta niha tu rewşeke neyînî rû ne da. Ji hemû hemwelatîyên me re derbasî be."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.